Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken li ser aloziya Ûkraynayê bi Lavrov re dicive

02 December 2021 15:28 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken li ser aloziya Ûkraynayê bi Lavrov re dicive

PeyamaKurd - Li demeke ku Amerîka Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihandiye ku wê ji ber tevgerên Rûsyayê yên li Ûkraynayê cezayên giran werin gotûbêjkirin, bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re dicive.

Hat ragihandin ku li gel zêdebûna aloziya sewqîyatên leşkerî yên Moskowê li nêzî sînorên Ukraynayê, îro Pêncşemê Anthony Blinken bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re dicive.

Hatiye diyarkirin ku tê texmînkirin Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re di kongreya ewlehiyê ya Ewropayê de bicive.

Tê çaverêkirin, civîn di çarçoveya kongreya rêxistina ewlehî û hevkariyê ya Ewropayê (OSCE) de li  Stockholmê were lidarxistin. Herwiha wê Blinken piştre bi Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Koleba re jî bicive.