Mesrûr Barzanî ji serokê opozîsyona Sûriyê xwest rê li ber binpêkirinên Efrînê bê girtin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Adarê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî û şanda ligel wî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Sûriyê û navçeyê û hewla çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, spasiya helwesta dostane ya Herêma Kurdistanê kir ya li hember gelê Sûriyê û daxwazên wê yên rewa, bi taybet mêvandarîkirina bi sedan hezar koçberên Sûrî li Herêma Kurdistanê kiriye û hevkariya ligel wan kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li her hewlekê dike ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi awayekî aştiyane û bi arasteya bicihbûna aramî û aştiyê li navçeyê û dabînkirina mafên hemû pêkhate û gelên Sûriyê, di nava wan de jî misogerkirina daxwazên rewa yên gelê Kurd li wî welatî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe jî li hember binpêkirinên li Efrînê dibin nîşan da û hêvî xwest ku rê were girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin