Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê spasiya Serok Barzanî kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê Eddulrehman Mistefa, ji ber şandina alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo mexdûrên erdhejê spasiya Serok Barzanî kir.
Serokê Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdulrehman Mistefa ragihand ku ti kesî bersiva opozîsyona Sûriyê nedaye û welatên rojava jî bi hinceta ku derî hatine girtin, alîkariya wan nekiriye lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye û alîkarî ji herêmên wan re anîye.
Ebdulrehman Mistefa got ku ew spasiya mirovatî û alîkariya Serok Barzanî dikin û bal kişand ser ku Qeter jî li cihê bûyerê amade ye û alîkariyan pêşkêşî dike û Erebistana Siûdî jî 2 balafir şandin balafirxaneya Dîlokê û alîkariyên wê bi rêya deriyê Hemamê yê li Efrînê derbasî navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin