Ahmed Sara (Colani), kirin serokê demkî yê Sûriyê

29 January 2025 23:36 0 dîtin
Ahmed Sara (Colani), kirin serokê demkî yê Sûriyê

PeyamaKurd – Serokê HTŞê Ahmad Şara (Colani) kirin serokê demkî yê Sûriyê. Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê; Ahmed Şara (Colanî), wezîrê karên derve yê Sûriyê Esad Hasan Şeybani û bi tevlîbûna nûnerên grûbên leşkerî yên Sûriyê, konferansa bi navê ‘Konferansa Serkeftinê’ li dar xistin.

Encama konferansê ji aliyê berdevkê îdara operasyonên leşkerî Albay Hasan Abdulgani de hat xwendin.

Abdulgani, ragihand ku di dema pêvajoya demkî de Şara kirine serokkomarê Sûriyê û wê Şara di platformên navdewletî de temsîla Sûriyê bike.

Abdulganî got ku destûra sala 2012an ya rejîma berê betal kirine, artêş, yekîneyên ewlehiyê û parlemento ya dewra Beşar Esad ji ortê rakirine.