Besar Esed do bi serdaneke neragihandî gihîst Moskowê û bi Pûtîn re civiya

14 September 2021 12:31 0 dîtin
Besar Esed do bi serdaneke neragihandî gihîst Moskowê û bi Pûtîn re civiya

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Viladimir Putin li Moskowê bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re civiya û li gor medyaya Rûsyayê, her du aliyan derbarê “derketina hêzên biyanî ji Sûriyê” gotûbêj kirine.

Serokê Sûriyê Beşar Esed, do Duşemê bi serdaneke neragihandî gihîşt Moskowê.

Koşka Serokatiya Rûsyayê, Kremlînê jî îro Sêşemê 14ê Îlonê diyar kir, Vladimir Putin pêşwazî li Beşar Esed kiriye û her du aliyan di civînekê de rewşa Sûriyê gotûbêj kirine.

Li gor daxuyaniya Kremlînê, Putin di vê hevdîtinê de ji ber encamên erênî yên hilbijartinên serokatiya Sûriyê û ji bo jidayikbûna wî, pîrozbahî li Esed kiriye.

Li gor medyaya Rûsî, di civîna ligel Esed de, Putin gotiye ku pirsgirêk li Sûriyê “hêzên biyanî yên nerewa” ne ku nahêlin ew welat yek bigire.

Putin herwiha daye zanîn, ji sedî 90ê xaka Sûriyê niha di jêr kontrola hikûmeta Sûriyê de ye.

Di demekê de tê gotin ku %90 ji axa Sûriyê di kontrola hikûmeta Şamê de ye, ku nêzîkî %30 ji axa Sûriyê ku Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din li xwe digire, di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk de ye.

Herwiha li bakurê rojavayê welat, piraniya rûberê parêzgeha Idlibê û Efrîn, li bakurê welat jî ji Ezazê heta Bab û Cerablusê û ji Girê Spî heta Serê Kaniyê di destê komên çekdar ên Sûrî û artêşa Tirkiyê de ye.