Kremlînê li ser Besar Esed daxuyanî da
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov çûna serokê têkçûyî yê Sûriyeyê Beşar Esed ya bo Moskowê nirxand.
Peskov diyar kir ku hevdîtina Pûtîn û Esed ne di rojevê de ye û di vê mijarê de tu nirxandinên zêde tune ne ku dê bikin.
Piştî ku Beşar Esad ji duh ve winda bû, hat îdiakirin ku serokê rejîma Be’sê yê ji wezîfeyê hatiye xistin, di bermahiyên balafira xwe ya ketî de jiyana xwe ji dest daye. Di balafira ketî de tu bermahiyên balafirê nehatin dîtin.
Rayedarên Sûriyeyê ji Reutersê re axivîn, tekez kirin ku Esed sibeha roja ku Şam ketiye destê hêzên opozisyonê, bi firokeyê ji Şamê derketiye, lê diyar kirine ku haya wan jê tune ye ku ew çûye.
Îro danê sibê ajansa nûçeyan a dewleta Rûsyayê TASSê ragihand ku Esed û malbata xwe li Moskowê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin