Vladimir Pûtîn li Kremlînê pêswazî li Besar Esed kir…
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Suriyê Beşar Esed îro 15 Adarê li Moskowê civiyan.
Serokê Rûsyayê dema hevdîtina ligel Esed ragihand: “Di saya hewlên me yên hevbeş de, encamên berçav di şerê dijî terorê de li Sûriyê hatine bidestxistin.”
Vladimir Putin ji Esed re got: “Ez bi dîtina te li Moskowê kêfxweş im, spas ji bo qebûlkirina vê vexwendinê, em di pêwendiya berdewam de ne, me pêşketineke mezin di pêwendiyên herdu aliyan de dîtiye.”
Putin diyar kir: “Ez ji bo xelkê Sûriyê xemgîn im ji ber karesata erdheja 6ê Sibatê, ku bûye sedema êşên zêdetir, em hevalên dilsoz in, ji bo ku êşên wan kêm bibin, em her tiştî dikin.”
Pûtîn da zanîn: “Ji ber hewldanên me yên herdu aliyan û hebûna hêzên Rûsyayê li Sûriyê, me kariye encameke girîng di rûbirûbûna dijî terorê de bi dest bixin, ev jî rewşa ewlehî û aborî û civakî ya navxwe ber bi seqamgîriyê ve dibe.”
Putin herwiha destnîşan kir, pêwêndiyên wan pêşve diçin û qebareya danûstandina bazirganiyê jî di navbera Rûsya-Sûriyê de zêdetir dibe.
Beriya civîna Esed û Pûtîn hatibû ragihandin ku wê herdu serok li ser asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê jî gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin