Amerîka cara yekem tanka Abrams sand Rojavayê Kurdistanê

10 November 2019 16:30 0 dîtin
Amerîka cara yekem tanka Abrams sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Amerîkayê cara yekem tevî karwana leşkerî, tankên Abrams jî şand Rojavayê Kurdistanê.

Hat ragihandin ku karwaneke leşkerî ya Amerîkayê bi ser otorêya M4 a ku Tirkiye û çekdarên girêdayî wê bi êrîşên berdewam dixwazin bixin jêr kontrola xwe, ber bi herêma HSDê ya bajaroka Til Temirê bi rê ketiye ku cara yekem tankên Abrams jî tê de cî digirin.

Rojnamevanên li herêmê radigihînin ku 20 wesayîtên leşkerî û tanka Abrams a Amerîkî ber bi Ti Temirê bi rê ketiye, lê hîn nayê zanîn bê wê ew hêz li Til Temirê were bicihkirin yan li cihekî din.