Ew welat, îro cara yekem tankên Abrams werdigire

28 June 2023 15:31 0 dîtin
Ew welat, îro cara yekem tankên Abrams werdigire

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak ragihand ku ew ji bo xurtkirina artêşa welêt hewil didin û got ku 72 hezar leşkerên wan di bin çekan de ne û îro ew ê yekem tankên Abramsê werbigirin.

Mariusz Blaszczak, di konferansa ku li Torunê ya Polonyayê beşdar bû de destnîşan kir ku ji bilî artêşa wan dê tu kes nikaribe welat biparêze.

Blaszczak got ku "Em her cure hêzên çekdar pêş dixin. Em bersivê didin hemû gefên ku em rû bi rû bimînin. Plolonya, ji aliyê leşkerên xwe ve tê parastin. Erka me ew e ku bi lez û bez tevbigerin."

Blaszczak, diyar kir ku ew her parçeyek axa Polonyayê diparêze û wiha got:

"Em yekîneyên nû yên ku ji ewlekarîyê li rojhilatê Polonyayê berpirsyar in ava dikin. Armanca me ew e ku em êrîşkaran rabigirin. Cudahiyeke mezin di navbera parastina asîmanî û moşekî ya piştî Sovyetê û ya nûjen de heye. Em artêşeke bihêz a Polonyayê li ser bingeha mîqdarê ava dikin."

Blaszczak di 4ê Çileyê de ragihandibû ku piştî erêkirina rayedarên Amerîkayê, peymana ji bo 116 tankên Abrams hatiye erêkirin.