Amerîka 116 tankên Abrams ji welatê hevsînorê Ukrayna re disîne

07 December 2022 22:04 0 dîtin
Amerîka 116 tankên Abrams ji welatê hevsînorê Ukrayna re disîne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîka ji bo sînorê Polonyayê li hember êrîşên muhtemel ên Rûsyayê bên xurtkirin, tankên Abrams dide Polonyaya hevsînorê Ukraynayê.

Wezareta Bergiriyê ya Polonya ragihand ku Amerîka firotina 116 tankên Abrams ji bo Warşowê pesend kiriye.

Wezîrê Bergiriya Polonyayê Mariusz Blaszczak, li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku di zêdekirina potansiyela zirxî ya Hêzên Çekdar ên Polonyayê de wan gaveke din avêtiye û got: “Rayedarên Amerîkayê firotina 116 tankên Abrams pejirand. Em danûstandinên li ser nirxê wan didomînin. Di sala 2023yan de radestkirina despêkê wê pêk were.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, Błaszczak di Tîrmehê de ragihandibû, ew ji bo kirîna 116 tankên Abrams bi rêveberiya Amerîkayê re hevdîtinan dikin.