Wê Amerîka tankên Abrams bisîne "wî" welatî

25 January 2023 14:32 0 dîtin
Wê Amerîka tankên Abrams bisîne "wî" welatî

PeyamaKurd – Medya Amerîkî diyar kir, dibe ku îro derbarê tankên M1 Abrams de daxuyanî were dayîn.

Tê çaverêkirin, Amerîka bi eşkere ragihîne ew ê bi dehan tankên M1 Abrams bişîne Ukraynayê.

Rayedarekî ku navê wî nehate zanîn ji New York Times re axivî û got, hejmara tankên ku ji bo Ukraynayê bên şandin dibe ku di navbera 30 û 50 de biguhere.

Heta niha nayê zanîn Amerîka wê kengî tankên M1 Abrams bişîne Ukraynayê.

Karbidestekî Amerîkî got: "Serok Biden wê ragihîne ku ew ê tanka M1 Abrams vê hefteyê, herî zû sibe (îro) radestî Ukraynayê bike.