Polonya ji Amerîkayê 250 tankên Abrams dikire

19 February 2022 01:35 0 dîtin
Polonya ji Amerîkayê 250 tankên Abrams dikire

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak ragihand ku Amerîka firotina 250 tankên M1A2 Abrams ê ji bo Polonyayê tesdîq kiriye û ev kirîna tankan ji aliyê xwurtkirina bergiriya Polonyayê de gelek girînge. Mariusz Blaszczak, ragihandina xwe di civîna Varşova de ku wezîrê bergiriyê yê Pentagonê Lloyd Austin seredana wan kiribû de, kir.

Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî ragihand ku firotina tankên Abramsê ji bo Polonyayê, di nav NATO de tiştekî adilaneye. Wê miqdarekî tankên Abramsê di nav salê de bêkirin.