Îsraîl ji Amerîkayê 25 heb balafirên F-35 dikire
PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê an ku bergiriyê ya Îsraîlê ragihand ku wezaret bi ji bo kirîna 25 balafirên F-35 bi Amerîkayê re peyman girêdaye. Teslîmata balafiran ji 2028an destpêdike û her sal wê 3 an 5 balafiran teslîmê Îsraîlê bike.
Ragihandina peymana balafiran ji aliyê wezareta bergiriyê ya Îsraîlê de hat kirin. Perê balafiran yê li dora 3 milyar dolarî, wê ji perê alîkariya leşkerî yê Amerîkayê ku dide Îsraîlê, bê birîn.
Berya vê peymanê, Îsraîlê ji Amerîkayê 50 heb F-35 sîparîş dabû Amerîkayê û heya niha 36 balafiran teslîmê Îsraîlê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin