Almanya balafirên F-35 ji Amerîkayê dikire
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Almanya û Amerîkayê li ser dabînkirina balafirên şer ên nifşê nû F-35an di prensîbê de li hev kirine.
Çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Almanyaya Federal eşkere kirine ku Almanyayê ji bo kirîna F-35an bi kompaniya Amerîkî Lockheed Martin re di prensîbê de li hev kiriye.
Medya Alman ragihandiye ku hikûmeta Alman ev pêngav ji bo nûjenkirina fîloya xwe ya balafirên Tornado avêtiye.
Hatiye diyarkirin ku wê balafirên F-35 di navbera salên 2025-2030 de qonax bi qonax werin radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin