Kanada 88 heb balafirên F-35 ji Amerîkayê dikire

29 March 2022 00:09 0 dîtin
Kanada 88 heb balafirên F-35 ji Amerîkayê dikire

PeyamaKurd – Dewleta Kanada ragihand ku wê ji bo pêdiviya artêşa xwe ji Amerîkayê 88 balafirên F-35 bikire. Wezîra berevaniyê ya Kanadayê Anita Anand, bi wezîrê Amadekariya netewî Filomena Tassi re civîneka çapemeniyê lidar xistin û ragihand ku ji bo 88 balafiran 19 mîlyar dolar pere di budçê de veqetandine.

Anand, ragihand ku bi şîrketa bergiriyê ya Amerîkayê bi  Lockheed Martin re di hilberîna balafiran de lihev kirine lê ev nayê vateya ku peymana fermî çêkirine. Kanada bi şîrketê re dest bi danûsitendinên dawî kiriye û difikirin heya dawiya salê plana xwe temam bikin.

Wezîra Anand ragihand ku eger muzakereyên bi Amerîka re bi neyînî encam bidin, wê ji bo balafirên Gripen ê yên Îsweçê bi şîrketa Saab re dest bi danûsitendinan bikin û alternatîva wan heye.

Eger bi Amerîka re lihev bikin, wê di dawiya 2025 an de balafira yekem ya F-25 teslîm bigrin û ya dawiyê di 2032 an de bigrin. Wezîra Anand ragihand ku kirîna F-35 an wê desthalata Kanadayê li Qutba Bakûr zêdetir bike.