Polonya ji Amerîkayê 32 heb F-35 dikire
PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê dewleta Polonyayê Mariusz Blaszczak, ragihand ku dewleta wan dixwaze ji Amerîkayê 32 heb F-35 balafirên şer bikire. Serokkomarê dewleta Polonyayê Duda jî sala borî gotibû ku ew dixwazin Amerîka li welatê wan baregeheka leşkerî ya mayînde ava bike.
Serokwezîr Blaszczak di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku ew alavên ji dewra Sowyeta berê ji wan re mane, pêwsite biguhirînin. Serokwezîr weha got:
“Me îro bi hevkarên xwe yên Amerîkî re, bi paketên lojîstîk û perwerdeyê re daxwaz kir ku 32 balafirên F-35 bikirin.”
Polonya sala borî bo parastina hewayî ji Amerîkayê bi bihayê 4 mîlyar û 750 mîlyon dolarî, bo Patriotan bi Amerîka re Peyman girêdabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin