Îsraîl cara yekem bi welatekî Ereb re peymaniya bazirganiyê îmze dike

30 May 2022 20:24 0 dîtin
Îsraîl cara yekem bi welatekî Ereb re peymaniya bazirganiyê îmze dike

PeyamaKurd - Di navbera Îsraîl û Îmarata Erebî de ku sala bo peymana asayîkirina pêwendiyan îmze kiribûn, cara yekem ji bo zêdekirina karûbarên bazirganî peymana bazirganiya serbest tê îmze kirin.

 Li gorî daxuyaniyê, wê di navbera Îsraîl û Îmaratê de; li ser ji sedî 96ê berhem û kelûpelên xurek, çandinî, kozmetîk, alavên tenduristiyê û dermanan gumrik bê rakirin.

Herdu welatan sala 2020yan bi navbeynkariya Amerîkayê cara yekem pêwendiyên fermî di çarçoveya peymana asayîkirinê de dabûn destpêkirin.

Bi vê peymanê re cara yekem Îsraîl bi welatekî Ereb re bi fermî dikeve nav danûstandina bazirganî. Li gorî amaran piştî Peymana Îbrahîm a bi Îmarat re bazirganiyan herdu aliyan gihîştiye 900 milyon dolaran ku tê çaverêkirin bi peymana bazirganiya serbest re jî ew rêje qat bi qat zêde bibe.