Serokomarê Îsraîlê yekem car serdana Azerbaycanê kir: 'Welatekî dost, nêzîk, girîng û kilît e!'
PeyamaKurd – Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û hevjîna xwe Michal, di dîroka Îsraîlê de cara yekem bi serdaneke fermî çûn paytexta Azerbaycan Bakuyê. Herzog, li ser vexwendina Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev serdana Azerbaycanê dike.
Serokomarê Îsraîlê li balafirgehê dema bi rê diket, ji rojnamevanan re axivî û got ku mebesta wî ya bi vê serdanê bihêzkirina pêwendiyên stratejîk ên navbera herdu welatan e.
Herzog got: "Ez niha ji bo serdaneke girîng a fermî ya Azerbaycanê ji welat derdikevim. Azerbaycan welatekî dost, nêzîk, girîng û kilît e.”
Piştî hevdîtina ligel Alîyev jî Herzog li ser Twitterê ragihand: "Spasiya hevalê xwe Îlham Alîyev dikim ku li koşka xwe bi germî ez pêşwazî kirim. Îsraîl Azerbaycanê ji bo îstiqrara herêmê wekî şirîkeke hêja û stratejîk dibîne.”
Tê çaverêkirin Herzog li Bakuyê ligel Alîyev beşdarî çalakiyeke taybet a 75 saliya damezrandina Îsraîlê bibe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îran li dijî nêzîkbûna Îsraîl û Azerbaycanê ye ku beriya niha Azerbaycanê gelek sîxurên Îranê desteser kiribûn. Îsraîl yek ji wan welatan e ku di sala 1991ê de serxwebûna Azerbaycanê nas kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin