Tarîxa serdana serokomarê Îsraîlê ya bo Tirkiyê eskere bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, di çarçoveya normalezîkirina pêwendiyên her du welatan de serdaneke girîn bo Tirkiyê dike.
Li gorî ragihandina medya Îsraîlê Herzog, wê di navbera 9-10ê meha Adarê de serdana Tirkiyê bike.
Beriya niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku wan rûpeleke nû ji bo pêwendiyên her du welatan vekiriye û Serokomarê Îsraîlê Herzog jî dê serdana Tirkiyê bike.
Herwiha berîya serdana Herzog, sibe 16ê Sibatê şandeke Tirkiyê ya ji Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Wezîrê Derve Sedat Onal pêk tê jî serdana Qûdsê dike û bi Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re dicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin