Papa cara yekem serdana welatekî Kendava Erebî kir
PeyamaKurd - Rêberê xiristiyanên katolîk ên cîhanê Vatîkanê Papa Firancis, wekî Papa cara yekem serdana welatekî Kendava Erebî kir.
Serokê Vatîkanê Papa Francis, cara yekem serdana Îmarata Erebî kir û bi Prensê Welîehdê Abu Dabiyê Muhammed bin Zayid Al Nahyan re civiya.
Papa dê sê rojan li Îmarat bimîne û beşdarî konferansa dîyaloga navbera olan bibe.
Derbarê serdanê Papayê Vatîkanê Papa Firancis li ser rûpela xwe ya Tiwîterê got ku, berê min li Îmarata Erebî ye ez weke birayekî diçim wî welatî daku rûpeleke danûstandinê vekim û li ser dêya aştiyê biçin bihev re nimêj bikin.
Papa Firansîs destnîşan kir ku dê ew serdan bibe rûpeleke nû di dîroka pêwendiyan herdu olan de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin