Amerîkayê cara yekem bi rêveberiya Talîbanê re pevguhertina girtiyan kir

19 September 2022 19:22 0 dîtin
Amerîkayê cara yekem bi rêveberiya Talîbanê re pevguhertina girtiyan kir

PeyamaKurd - Amerîkayê bi pevguhertina girtiyan welatiyekî xwe ji destê rêveberiya Talîban Afganistanê rizgar kir.

Hat ragihandin ku piştî hatina ser deshilatdariya Afganistanê û vekişîna Amerîkayê cara yekem e ku Amerîka bi rêveberiya Talîbanê re pevguhertina girtiyan dike.

Li gorî zanyariyan Amerîkayê ji bo hemwelatiyekî xwe yê di destê Talîbanê de rizgar bike, rayedarekî Talîbanê yê asta bilind Hecî Beşîr Nurzey azad kiriye û şandiye Afganistanê.

Wekîlê Wezîrê Derve yê Talîbanê Emîrxan Mutakî, li paytexta Afganîstanê Kabulê ragihand, li hember azadkirina Nurzey hemwelatiyê Amerîkayê yê bi navê Mark Frerichs hatiye azadkirin û got, bi pêngavê re di pêwendiyên Amerîka û Afganîstanê de demeke nû wê dest pê bike.

Mutakî diyar kir, çareseriya hemû pirsgirêkan bi guftûgoyê dikare pêk were û got, Amerîka û hevpeymanên xwe 20 salan li Afganîstanê şer kirin, lê pêş de neçûn ku mijarên herî dijwar jî bi rêya danûstandinê dikarin werin çareserkirin.