Di dîroka Amerîkayê de cara yekem serokek ji hêla federalî ve tê darizandin
PeyamaKurd – Yekem car di dîroka Amerîkayê de, serokê berê yê Amerîkî wê di dozek federal de derkeve pêşberî dadger. Ev nav Donald Trump e. Trump bi veşartina belgeyên nepenî yên dewletê tê sûcdarkirin.
Derbarê wî de 37 doz hatin vekirin. Li gorî Trump, sûcdariyên li ser wî bingehê siyasî ne. Li gorî anketan ev nêrîna hilbijêrên Komarî ye.
Donald Trump hat Miami, Florida, ku ew ê derkeve pêşberî dadger. Piştî gihîştina Miami, Trump çû klûba xwe ya golfê. Li vir serokê berê pêşwaziya alîgirên xwe kir.
Komarparêz li Florida xwedî piraniyek in. Vê yekê îhtîmala xwenîşandana ji bo Trump di dema darizandinê de vekir. Şaredarê eyaletê wiha got: “Em ji her rewşê re amade ne
Di derbarê Trump de bi hinceta ku piştî wendakirina hilbijartinê dema ku ji Qesra Spî derketibû belgeyên nepenî ragirtine, îdianame hat vekirin.
Hat îdiakirin ku belgeyên derbarê bernameya nukleerî ya Amerîkayê û lawaziyên welêt ên li hemberî êrîşeke muhtemel de di destê Serokomarê berê de ye.
Derbarê Trump de 37 doz hatin vekirin. Di dîroka Amerîkayê de ev cara yekê ye ku serokek ji hêla federalî ve tê darizandin. Ji 10 heta 15 salan cezayê hepsê li Serokomarê berê tê xwestin. Dema ku ew derkeve pêşberî dadger, sûcên wî wê li rûyê wî bêne xwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin