Yekem tûsbûyê Korona li Kobanî ya bajarê Rojavayê Kurdistanê hat tomarkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, yekem tûşbûyê Koronayê hat tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa amarên dawî yê vîrusa Koronayê belav kirin.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, li bajarê Kobaniyê pişkinîna Koronayê ya kesekê pozîtîv derketiye û bi vî awayî cara yekem e ku tûşbûyekî Koronayê li wî bajarê Rojavayê Kurdistanê tê tomarkirin.
Herwiha li gor zanyariyên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, di 24 saetên dawî de, 16 kes bi Koronayê ketin û kesekê jî canê xwe ji dest daye.
Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser belav kiriye, li Hesekê 11 kes, li Qamişlo 3 kes, li Kobaniyê kesek û kesek jî li Dêrezorê tûşî vîrusa Koronayê bûye.
Ciwan Mistefa amaje bi wê jî kir ku ji wan 11 tûşbûyên li parzêgeha Hesekê kesekê can daye ku zilamek e, temenê wî jî 83 sal bûye.
Li gor amarên Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser heta niha 82 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 4 kesan jî ji ber wê can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin