Bajarê Sêrtê di pêketinên koronayê de li seranserê Tirkiyê bû yekemîn!

28 July 2021 14:26 0 dîtin
Bajarê Sêrtê di pêketinên koronayê de li seranserê Tirkiyê bû yekemîn!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li 3 bajarên bakurê Kurdistanê Sêrt, Amed, Îdir û Bedlîsê rêjeya pêketinên vîrusa koronayê gihîştiye lutkeyê li gorî bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Li gorî amarên hefteyekê Sêrt di rêjeya zêdebûna pêketinan de bûye yekemîn.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca li ser nexşeya rêjeya zêdebûna pêketinên koronayê li hemû bajaran di hefteyekê de got ku bajarê  Sêrt, Amed, Bedlîs û Îdir ên kurdan û li bajarê Giresunê rêjeya herî zêde ya pêketinan hatiye tomarkirin.

Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Em hêza xwe ya ku pandemiyê dikarin di bin kontrolê de bigirin nexin zorê. Em mecbur in derziya li dijî coronayê li xwe bidin û li gor tedbîran tevbigerin."

Koca amarên 17-23ê Tîrmehê li gor parêzgehan jî eşkere kir ku li gorî wê hnjmara pêketinê li Stenbolê ji 100 hezar kesan 88,19, li Enqereyê 69,13 û li Îzmîrê  33,43 e.

Li Sêrt, Amed, Bedlîs, Giresun û Îdirê hejmara pêketiyên Covîd-19ê zêde bûye û Koca li ser vê jî got: "Di navbera rêjeya pêketiyan û derzîkirinê de têkilî heye. Derziyê li xwe bidin û li gorî tedbîran tevbigerin."

Wezîrê Tenduristiya Tirkiye herwiha ragihand ku hejmara kesên ku bi kêmî dozek derziya Covid-19 li xwe dane   40 mîlyonî derbas kir.