Bajarê Sêrtê di hilberîna hingiv de ket nav 5 bajaran

15 February 2025 21:37 0 dîtin
Bajarê Sêrtê di hilberîna hingiv de ket nav 5 bajaran

PeyamaKurd – Bajarê Sêrtê yê bakûrê Kurdistanê li seranserê Tirkiyê bi hilberîna 3 hezar û 48 ton hingiv kete rêza 5em. Ji aliyê kewarên mêşên hingiv de jî bi 227 hezar û 97 kewaran kete rêza 10em.

Rêjeyên hatin ragihandin yên Dezgeya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TÜİK) ye. Di daxwuyaniya parêzgeha bajarê Sêrtê de weha hat gotin:

“Di vê serkeftinê de kes û dezgeyên ku keda wan heye yên wekî wezareta çandiniyê û daristanê, rêvebiriya Sêrtê ya çandiniyê û daristanê, rêvebiriya taybet ya Sêrtê, meclisa bajêr, serokên yekîtiyên mêşa û hilberînerên hingiv, sipasiya wan dikim. Hedefa me ew e ku em bikevin nav 3 bajarên ewilî û qiymeta marka hingivê Perwariyê bi dinyayê bidin naskirin.”

Li bakûrê Kurdistanê li navça Berwariya (Pervari) bajarê Sêrtê, Beytuşebab a bajarê Şirnexê û Şemzînan a bajarê Hakkariya, di hilberîna hingiv de, bi nav û dengin.