Cezayîr | Koçberên ku piraniya wan welatiyê bajarê Kobanî ne wenda ne

08 October 2022 16:57 0 dîtin
Cezayîr | Koçberên ku piraniya wan welatiyê bajarê Kobanî ne wenda ne

PeyamaKurd – Li nêzîkî bajarê Wehran ê Cezayirê, koçberên ku piraniya wan welatiyê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn, di encama noqavbûna du beleman de, hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî zanyariyan, çarşema borî belemek ku 11 koçber  tê de bûn piştî ku 100-200 metran ji perava Wehranê dûr ketibû binav bibû, 7 koçberan bi avjeniyê xwe gihandibûn peravê û rizgar bibûn û 4 koçber jî wenda bûn.

Herwiha hat ragihandin, duyem belem 15 koçber tê de bûn dora 4 kîlometran dûr ketibû û binav bibû, koçberekî  ji wan xwe gihandibû peravê û 14ê din jî wenda bûn.

Heta niha 8 koçberên Kurd can dane û navê 7 koçberan ji wan hatine belavkirin ku Ehmed Mihemed Remo, Basil Ebdulqadir Îsa, Cimaa Ferhan, Xelîl Eledîn Silêman, Xelîl Nebo Xelo Heso, Rênas Mislim Şêxo ji Kobanî û Qehreman Mehmûd Dawûd ji gundê Hoş ser bi Helebê ne û hîn jî derbarê kesên wendayî de lêgerîn berdewam e.

Hat destnîşankirin ku Doktor Ezedîn Temo ku xelkê bajarê Kobanî ye rewşa wan koçberan ji nêzîk ve dişopîne .

Pizîşkê ji Kobanî Ezedîn Temo diyar kiriye: “Xelkê me yê ku niha li wê derê ne, dizanin ji vir û pê ve çûyîn hinekî zehmet dibe. Ji ber vê yekê zexteke mezin didin ser qaçaxçiyan dibêjin me derxînin, ew jî bêrehm in, li pereyên xwe dinêrin, hema belemekê tînin, bi çend hezaran dikirin û yekî Cezayîrî yê ku serê wî xweş e didine ser û berdidin. Diçe, dimire, dimîne ne muşkîleya wan e. Ji ber ku ev dibêjin yan pereyên me bidine me yan jî tu yê me bişînî. Qaçaxçî pereyan nade, ev jî dibêjin bila em bimirin. Rastî ev e. 18 kes ji Kobaniyê wenda ne, hinek diyar bûn ku kî ne, îro diyar bûn. Niha komeke mezin a nêzikî 300 kesan ku vîze xwestin ji Herêma Kurdistanê re diçin Cezayîrê, vîzeya wan di destê wan de ye. Polîs û asayîş lêkolîneke çend saetan dike û wan berdide, naşîne Sûriyê. Ez vê zanyariyê jî bidime we, heger hûn bixwazin vegerin rê li pêş we vekiriye.”

Hat zanîn ku koçberên Sûrî yên  ku bi rêya Cezayirê hewl didin xwe bighînin Ewropayê bi vîsayê diçin Lîbya û ji wir bi qaçaxî derbasî Cezayirê dibin, pişt re ji wir bi rêya qaçaxçiyan bi beleman ji bo Spanyayê tên şandin ku di navbera 7 heta 10 hezar dolar ji her koçberekî distînin.