Komeke koçberên Rojavayî ji aliyê Cezayîrê ve hatin berdan
PeyamaKurd – Komeke koçberên Rojavayî, ji aliyê Hikûmeta Cezayîrê ve hatin berdan.
Li gor zanyariyan, komek koçber di 16ê vê mehê de li herêmên Wehran û Mistexanim ên Cezayîrê hatibûn desteserkirin.
Navenda Belgekirina Binpêkirina li Sûriyê diyar kir, ew koçber Çarşema borî hatine berdan û di nava wan de jin û zarok jî hebûn û hemû ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ne.
Herwiha navendê eşkere kir, hê jî 25 koçberên Sûrî ku jin û zarok jî di nava wan de hene, li bajarê Mistixanim girtî ne û di bin gefa dersînorkirina bo Nîcerê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin