Li bajarê Kîlîsê 3 hemwelatiyên Sûriyê li hev xistin: 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîsê 2 birayên ji Sûriye di kargehekî de bi yekî din yê ji Sûriyê re dixebitîn. Di navbera wan de niqaş û paşî yevçûn derket. Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û kesên birîna wan xedar bûn, birin nexweşxanê.
Bûyer li taxa Şêx Mehmet çêbû. Niqaş di navbera her dû bira yên bi navên S.H. û V.H. û kesekî din yên ji Sûriyê yê bi navê A.M. de destpêkir û pevçûn. Kurmamê A.M. jî tevî pevçûnê bû.
Di pevçûnê de M.M, S.H. û V.H. birîndar bûn. Tîmên lezgîn yên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşca. Ji birîndaran S.H. û V.H. birînên wan xedarin.
Rêvebiriya asayîşê û beşa cînayetê lêpirsîna xwe dewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin