Li bajarê Kîlîsê du grûb li hev xistin: 3 kes birîndar bûn

14 September 2024 23:34 0 dîtin
Li bajarê Kîlîsê du grûb li hev xistin: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê bakûrê Kurdistanê li Kîlîsê li taxa Bilalê Hebeş, di navbera du grûban de pevçûn derket û paşî şer kirin. Di encamê de 3 kes birîndar bûn ku birîna yekî ji wan xeddar e.

Bûyer ber destê êvarê qewimî. Di qewimandinê de ji demança yekî gule li sê kesan ket û kesên bi navên H.S., M.A.C. û M.U. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Prof. Dr. Alaeddin Yavaşça. Hat gotin ku rewşa birîndariya H.S. dijware û polîs ji bo kesên birîndariyê kiriye an kirine bigre, ketiye nav tevgerê.