Banga rêberê Ukraynayê ji NATO re: Em li benda gava yekem in!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku ew dixwazin gava yekem ji bo vexwendina welatê wî bo NATOyê bê avêtin.
Zelensky doh di çarçoveya "Lûtkeya Ûkrayna-Başûrê Rojhilatê Ewropayê" ya ku li bajarê Dubrovnîk a Hirvatîstanê hat lidarxistin de bi Serokwezîrê Hirvatîstanê Andrej Plenkovîç re di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.
Zelenskiy derbarê civîna Koma Têkilî ya Ukraynayê ya bi formata Ramsteinê ya ku tê plankirin vê hefteyê were lidarxistin de, destnîşan kir ku Wê di demek nêz de dîroka civîna ku ji ber bahoza li DYA hatibû taloqkirin, diyar bibe.
Zelenskiy bal kişand ku ew ê beriya civîna Ramstein bi lîderên Îngilîstan, Fransa, Îtalya û Almanyayê re bicivin û wiha got, "Di rojekê de ez ê bi hevkarên me yên sereke yên ku hêza me pê ve girêdayî ye re dest bi muzakereyan bikim."
Zelenskiy destnîşan kir ku ew ê di civîna formata Ramsteinê de piştî hevdîtina bi serokên welatên mijara gotinê re plana aştiyê pêşkêşî hemû hevkaran bikin û got, "Plana Serketinê wê li wir (di civîna Ramstein de) bi hûrgulî were pêşkêşkirin, mîna ku li Qesra Spî hate pêşkêşkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin