Yekem sewqîyata zadê Ukraynayê di bin siya ser û êrîsan de dest pê dike
PeyamaKurd – Piştî Peymana Stenbolê ya veguhestina zad ji benderên Ukraynayê bo cîhanê, rêveberiya Ukraynayê ragihand ku wê di nav vê hefteyê de peyman bikeve pratîkê û hinardekirina zad dest pê bike.
Li gorî nûçeya Reutersê, wezareta binesaziya Ukraynayê di civîneke rojnamevanî de ragihandiye ku ew hêvî dikin yekem sewqîyata zad sibe roja Çarşemê ji bendera Chornomorsrkê dest pê bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 22yê Tîrmehê bi amadebûna şandên Ukrayna û Rûsya û beşdariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê piştî şerê Ukrayna-Rûsya yekem car peymana veguhestina zad hatibû îmzekirin.
Lê belê piştî peymanê bi rojekê Rûsyayê êrîşî bendera Odessayê kiribû û Kremlînê jî dabû xuyakirin, êrîşkirina ser bingehên leşkerî li benderan bandorê li pêkanîna peymanê nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin