Ukrayna: Rûsyayê li basûrê Ukraynayê bendera bajarê Mariupolê kontrol kir
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê diyar kir, hêzên Rûsyayê li başûrê Ukraynayê, bendera bajarê Mariupol ya li ser deryaya Azov kontrol kir.
Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê derengê şeva borî bi daxuyaniyekê da zanîn, bender ketiye destê artêşa Rûsyayê, bi vê yekê Ukrayna bi temamî ji sînorên avî hat veqetandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de rayedarên hikûmeta Ukraynayê li ser qurbaniyên sivîl ên li bajarê Mariupolê eşkere kirine, ji ber berdewamiya topbarana artêşa Rûsyayê li ser Mariupolê, amareke rast li ber destê wan tune ye, lê belê beriya niha Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirova ragihandiye, di êrîşên Rûsyayê yên li ser Mariupolê de, zêdetirî du hezar û 500 kesên sivîl hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin