Rûsyayê li binesaziya sivîl a bendera Odessayê xist

03 September 2023 14:06 0 dîtin
Rûsyayê li binesaziya sivîl a bendera Odessayê xist

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê bi komek drone êrîşî binesaziya sivîl a bendera Odessa ya Ukraynayê kir.

Serokê Îdareya Leşkerîya Herêma Odessayê Oleg Kiper, li ser medya civakî ragihand ku artêşa Rûsyayê şeva borî maweya 3 saet û 30 deqeyan, êrîşî ser binesaziya bendera Odessayê kiriye.

Hate diyarkirin ku parastina asmanî ya Ukraynayê 22 dronên êrîşê xistine, lê di encama êrîşê de 2 kesên sivîl jî birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Ukrayna jî ragihand ku di êrîşa şeva borî ya ser herêma Odessayê de 25 drone hatine bikaranîn.