Rûsyayê berpirsiya xwe ya êrîsa ser bendera Odessayê ragihand
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marniya Zaxarova berpirsiya êrîşa bi fuzeyan a bendera Odessayê piştî bi rojekê îmzekirina Peymana Zad, qebûl kir.
Zaxarova eşkere kir ku hêzên rûsî bi fuzeyên xwedî hesasîyeta zêde li keştiya deryavaniya Ukraynayê li bendera Odessayê xistine û îdia kir ku bi sedema ku ew keştî ji bo peymana Stenbolê ya korîdora zad gef bû, êrîşî wê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, roja Îna borî li Stenbolê bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê, di navbera Ukrayna û Rûsyayê de, peymana vekirina korîdora veguhestina zadê Ukrayna ji benderan bo cîhanê hatibû îmzekirin. Lê belê hîn rojek bi ser de derbas nebû, Rûsyayê doh Şemiyê êrîşî bendera Odessayê kir ku ev jî rastî bertekên tund ên welatên rojava hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin