Rûsyayê êrîsî dêr, xanî û binesaziya Odessayê kir: 1 kustî, 18 birîndar…

23 July 2023 11:06 0 dîtin
Rûsyayê êrîsî dêr, xanî û binesaziya Odessayê kir: 1 kustî, 18 birîndar…

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê şeva borî êrîşî ser bajarê Odessa yê Ukraynayê kir ku di encamê de herî kêm kesek hatiye kuştin û 18 jî birîndar bûne.

Serokê Rêveberiya Herêma Odessayê Oleg Kiper, li ser kanala Telegramê ragihand ku Rûsyayê êrîşeke terorî li ser Odessayê pêk aniye û di êrîşê de binesaziya bajêr, xanîyên sivîlan û cihên olî kiriye armanc.

Kiper da xuyakirin ku 4 ji wan zarok 18 kes birîndar bûne û kesekî sivîl jî can daye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di êrîşê de Dêra Spaso-Preobrajenskiy ziyaneke mezin dîtiye.