Ûkrayna: Di hêrisên Rûsyayê de 15 sivîl mirin û 59 jî birîndar bûn

29 September 2024 20:08 0 dîtin
Ûkrayna: Di hêrisên Rûsyayê de 15 sivîl mirin û 59 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Rayedarên Ûkraynayê diyar kirin ku di hêrişên 24 demjimêrên dawî yên ji aliyê artêşa Rûsyayê ve li gelek deverên welat pêk hatine de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 59 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Rêveberiya Leşkerî ya Parêzgeha Sûmiyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku di hêrşên artêşa Rûsyayê yên li dijî herêma Sumyyê de 10 kesan canê xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûne.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Parêzgeha Xarkovê Oleg Sînegubov jî diyar kir ku di hêrişên Rûsyayê yên li herêma Xarkovê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Serokê Rêveberiya Parêzgeha Donetskê Vadîm Filaşkîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di hêrişên Rûsyayê yên li dijî vê herêmê de sivîlekî canê xwe ji dest daye û 14 sivîl jî birîndar bûne.

Her wiha Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Parêzgeha Zaporizhia Îvan Fedorov jî diyar kir ku di hêrişên hewayî yên li dijî 11 mezrayên herêmê de 13 kes birîndar bûne.

Ji aliyê din ve Sererkaniya Ûkraynayê ragihand ku artêşa Ûkraynayê di 24 demjimêrên dawî de 9 tank, 38 maşînê zirxî, 62 çek, 90 frokeyên bêmirov, 90 maşîn û alavên taybet ên artêşa Rûsyayê têk bikine û di hêrişan de 1170 leşkerên Rûsyayê bêbandor bûne."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 24 demjimêrên dawî de di navbera artêşa Ûkrayna û artêşa Rûsyayê de 165 pevçûn pêk hatine, pevçûnên herî tund li aliyê Pokrovsk û Kurakhovskê rû dane û artêşa Ûkraynayê li Pokrovskê 39 û li Kurakhovskê jî 18 hêrişên Rûsyayê têk birine.