Ûkrayna bi roketê li trêna Rûsyayê xist: 80 lesker mirin
PeyamaKurd – Artêşa Ûkraynayê bi roketan li trêna Rûsyayê ya ku sîlihan dibir eniya şer, bi roketên HIMARS ê lê xist û trên bi vagonên xwe ve ji ber bandora roketê bihewa ket. Li gor encamnameya lêxistina trênê; di trênê de 80 leşkerên Rûsyayê mirine.
Îstîxbarata Îngîlîz rojane agahiyan belav dike û ragihand ku artêşa Ûkraynayê li herêma Donbasê bi awayekî sîstematîk dest bi êrîşan kiriye.
Artêşa Ûkraynayê jî agahdarî da ku Rûsya Donetskê û Donbasê xistiye hedefa xwe û Zelenski gotiye ku bila sîvîlên li Donetsk ê ne, ji herêmê derên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin