Roketên Ûkrayna bi wan li Rûsyayê dixist, derjket malên Kore ya Bakûr in

29 July 2023 21:30 0 dîtin
Roketên Ûkrayna bi wan li Rûsyayê dixist, derjket malên Kore ya Bakûr in

PeyamaKurd – Şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna de li terefekî dewam dike û rojnama Îngîlîz ya bi navê Financial Times bi nûçeyekî xwe rojeva dinyayê serûbinê hev kir. Li gor rojnamê; Ûkrayna sîstema roketan ya Kore ya Bakûr bikartîne. Hem çekên li hemberê Rûsyayê bikartînin yên dewra Sovyeta berê yên roketavêjên pirlûle ne. Heman sîlih li bajarê Bakhmutê ji aliyê leşkerên Ûkrayna de tên bikaranîn.

Rojname her weha ragihand ku wezareta bergiriyê ya Ûkraynayê gotiye ku wan çekan ji artêşa Rûsyayê bidest xistine. Amerîka jî Korê sûcdar dikir ku di rêya deryayê de techîzatên leşkerî dide Rûsyayê lê di destê Amerîka de delîl tine ne.