Rûsyayê 83 firokeyên bêfirokevan ên Ûkraynayê xistine xwarê
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku parastina hewayî ya Rûsyayê di şevekê de 83 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê xistine xwarê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a TASSê, rayedaran diyar kiriye ku tesîsên pîşesaziyê yên li komara Başkortostan a Rûsyayê li quntara Çiyayên Ûralê duh rastî êrişa balafirên bêfirokevan ên Ûkraynayê hatin.
Serokê Komarê Radî Kabirov di peyama xwe ya Telegramê de diyar kiriye ku di encama êrîşê de camên şîrketeke enerjiyê hatine şikandin û 2 balafirên din ên bêfirokevan li herêmeke pîşesaziyê ketine erdê, lê tu ziyaneke canî çênebûye.
Ûfa, paytexta Komara Başkortostan e û ji sînorê Ukraynayê zêdetirî 1300 kîlometre dûr e. Rûsya ev zêdetirî du sal û nîv e ku şerekî berfireh li dijî cîrana xwe Ûkraynayê dimeşîne, bi awayekî sîstematîk deverên sivîl ên dûr ji xwe re dike armanc. Ûkraynayê dest bi karanîna balafirên bêfirokevan kiriye da ku êrîşî wan hedefên Rûsyayê bike yên ku ji sînorên wê dûrtir in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin