Rûsyayê li Lviva Ûkraynayê xist: 7 kes mirin 42 kes birîndar bûn

04 September 2024 15:49 0 dîtin
Rûsyayê li Lviva Ûkraynayê xist: 7 kes mirin 42 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Artêşa Rûsyayê bi mûşekan hêrişî bajarê Lviv ê Ûkraynayê kir.

Hate ragihandin ku di hêrişa bajarê Lviv ê li rojavayê Ûkraynayê dikeve de 3 jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dane û 42 kes jî birîndar bûne.

Di hêrişê de bi dehan xaniyên pirqat jî ziyanê dîtine,

Di daxuyaniya Servîsa Lezgîn a Ûkraynayê de, di derbarê hêrişê de wiha hat gotin:

“Dijmin dîsa li mûşekan li Ûkraynayê xist. Di hêrişê de herî zêde Lvivê ziyanê dît. Heta niha 3 jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dane û 42 kes jî birîndar bûne. Tîmên rizgarkirinê herêmê ji mayînan paqij dikin û xebatên xwe yên lêgerînê didomînin. Herî kêm 50 xanî ji hêrişê ziyan dîtine. Tîmên rizgarkirinê heta niha 12 kesan rizgar kirine. Polîs îfadeyan ji niştecihên mexdûr digire û kontrolên xwe yên ji bo ka di avahiyan de pûrbanî mane yan na didomîne."