Rûsyayê li Idlîbê xist: 10 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn!

17 October 2024 14:15 0 dîtin
Rûsyayê li Idlîbê xist: 10 kes mirin 30 kes jî birîndar bûn!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê de yên li dijî Idlîbê ,10 kes mirin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn. Di nava kuştî û birîndaran de zarok jî hene.

Hat ragihandin ku di êrîşên esmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê de yên li dijî herêma Idlîbê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê, 10 kes mirin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ku bingeh li Îngilîstanê ye, ragihand ku balafirên şer ên Rûsî li gundewarên bajarê Idlîbê “karxaneyek, kargeheke mobîlyayan û kargeheke rûnê zeytûnê” xistine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Hejmara sivîlên ji ber êrîşên hewayî yên Rûsyayê li Idlîbê jiyana xwe ji dest dane zêde bûye” û zarok e yek ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin ku ji 30 birîndarên ku li nexweşxaneyên derdorê hatine dermankirin 14 jê jî zarok in.

Nêzîkî nîvê Idlîbê di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam de ye ku berê girêdayî El-Qaîde bû.