Rûsyayê li wargeheke bêhnvedanê xist: 5 kes mirin 16 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Di hêrişa hewayî ya hêzên Rûsyayê ya li dijî Xarkova bajarê Ûkraynayê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 jê zarok 16 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku hêrişa frokeyên Rûsyayê li dijî wergeheke bêhnvedanê ya li bakur rojhelatê Ûkraynayê pêk hatiye.
Parêzgerê Herêma Xarkovê Oleg Sinegubov diyar kir ku di navbera 15 xulekan de 2 teqîn pêk hatine. Sinegubov her wiha da zanîn ku rewşa 8 birîndaran giran e.
Sinegubov anî ziman ku Rûsya bêyî ku cudahiyê têxe nav hêzên leşkerî û sivîlan û got: "Dagirkerên Rûs, hêrişî herêma ku gelê me yê sivîl lê bêhna xwe didan kirin."
Artêşa Rûsyayê, hefteya çûyî hêrişên xwe yên li ser herêma Xarkovê zêde kiribûn û Artêşa Ûkraynayê ragihandibû ku wan ji hin deverên herêma Xarkovê hêzên xwe paşve vekişandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin