Li Qerabaxê li alava hêzê astiyê ya Rûsyayê xistin û leskerên di alavê de tev mirin

21 September 2023 00:08 0 dîtin
Li Qerabaxê li alava hêzê astiyê ya Rûsyayê xistin û leskerên di alavê de tev mirin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Azerbeycanê ragihand ku li Qerabaxê, li alava hêza aştiyê ya Rûsyayê xistine û leşkerên di alavê de bûne hemû mirine. Ji bo bûyer zelal bibe Rûsya û Azerbeycan bi hevre dixebitin.

Li gor ragihandina wezaretê; nêzî jîngeha Canyatakê bi çekan li alava bi navê UAZ Patriot ya hêza aştiyê ya Rûsyayê xistine û eskerên di erebê de bûne tev mirine.

Azerbeycan taziyên xwe ji bo wezareta bergiriyê ya federasyona Rûsyayê, ji bo fermandariya hêza aştiyê, ji bo malbatên leşkerên ku mirine û mirovên wan taziyên xwe ragihandiye.

Di daxwuyaniyê de nehat gotin bê di êrîşê de çend leşker mirine û kî li wan xistiye.