Kîeva paytexta Ukraynayê îro ji aliyê Rûsyayê ve hat bombebarankirin
PeyamaKurd – Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê li ser medya civakî ragihand û got: “Di encama bombebarana di saet 08.45an ya li navçeya Shevchenskivsky a Kîevê de, 8 kesan can dan, 24 kes birîndar bûn, 6 otomobîl şewitîn û zêdeyî 15 otomobîlan xisar dîtin.”
Li gor zanyariyan, Kîeva paytexta Ukraynayê îro Duşemê 10 Cotmeha 2022an ji aliyê Rûsyayê ve hat bombebarankirin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi daxuyaniyeke li ser Telegramê da zanîn, bertekên tund nîşanî bombebaranê Rûsyayê ya li dijî Kîevê ya paytexta Ukraynayê da.
Volodymyr Zelenskiy da zanîn: “Di roja 229an a şer de hewl didin me tune bikin, me ji ser rûyê erdê biqedînin. Li Zaporizhia xelkê ku di malên xwe de radizan û li Kîevê jî yên ku diçûne ser karên xwe kuştin. Mixabin kuştî û birîndarên me hene. Ji kerema xwe re ji stargehan dernekevin.”
Di derbarê bombebaranê de Şaredarê Kîevê Vitaliy Klichko jî eşkere kir, li navenda bajêr teqîn çêbûne û got: “Paytext di bin êrîşa terorîstên Rûsyayê de ye. Li navenda bajêr li navçeyên Shevchenskivsky û Solomyan moşek li navenda bajêr ketin. Hişyariya hewayî heye û ji ber vê yekê xeterî dewam dike. Ez bang li hemû niştecihên paytext dikim: Di dema alarmê de li sitargehan bimînin. Heger pêdiviyeke bilez nebe, çêtir e ku îro neçin bajêr.”
Di berdewamiyê de Vitaliy Klichko destnîşan kir, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li cihên teqînan dewam dikin û got: “Cadeyên navendî yên Kîevê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji çûnûhatinê re hatin girtin.”
Çapemeniya Ukraynayê diyar kir, li Kîevê ya paytexta Ukraynayê di êrîşa moşekî ya hêzên Rûsyayê de 3-4 teqîn pêk hatin û moşek 1-2 kîlometre nêzikî Ofîsa Serokatiya Ukraynayê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin