Efrîn | Li baregeha artêsa Tirkiyê teqîneke mezin çêbû
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên xwecihî li baregeheke artêşa Tirkiyê ya li nav sînorê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da.
Hat diyarkirin ku piştî teqîna li gundewarê Efrînê ya li baregeheke artêşa Tirkiyê, dûxan bilind bûye ku ji nav bajêr ve jî hat xuyakirin.
Li gorî agahiyan teqîn li gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê li nav baregeheke arêtşa Tirkiyê rû daye, lê derbarê sedema wê de agahî nehatine bidestxistin.
Hinek çavkanî radigihînin ku teqîn doh li demjimêr 18.00 di encama topbarana Artêşa Sûriyê de pêk hatiye û kuştî û birîndar hene.
Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyê bal kişandiye ser ku teqîn di nava baregeha grûpa Firqe Şamiye çêbûye û 3 leşkerên Tirkiyê û 7 çekdarên Firqeya Şamiyê hatine kuştin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku piştî teqînê, helîkoptêreke artêşa Tirkiyê li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê daketiye ji bo birindar û kuştiyên xwe rakin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin