Efrîn | Di êrîsa artêsa Tirkiyê de 3 leskerên Sûrî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê êrîş biriye ser bargeha artêşa Sûriyê û di encamê de 3 efserên artêşa Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), hêzên artêşa Tirkiyê li gundê Miyase yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, baregeheke artêşa Sûriyê topbaran kir û di encamê de 3 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.
Hêjayî gotinê ye, ji 8ê mehê ve li rojhilatê Helebê, bi çekên giran û navîn, şer di navbera artêşa Sûriyê û komên çekdar girêdayî Tirkiyê de dem bi dem dewam dike ku beriya niha jî 4 leşkerên Sûrî hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin