Artêsa Tirkiyê navçeya Zirganê topbaran kir: Du leskerên Sûriyê birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundê Bobî yê navçeya Zirganê de topbaran kirin û di encamê de du leşkeren Sûriyê birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê û her du gundên Bobî û Dada Ebdal ên navçeya Zirganê ya ser bi parêzgeha Hesekê li rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Hat ragihandin ku toparan do êvarî pêk hatine û li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li her du gundên Bobî û Dada Ebdal yên navçeya Zirganê xalên leşkerî yên artêşa Sûriyê bûne armanc.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, di encama topbaranê de 2 serbazên Sûriyê birîndar bûn û ew serbazên birîndar şandin nexweşxaneya Til Temirê û ji ber topbaranê hin welatiyên navçeyê cihên xwe bicih hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin