Artêsa Tirkiyê navçeya Zirganê bombebaran kir: Zarokekê 14 salî birîndar bû

02 June 2022 12:41 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê navçeya Zirganê bombebaran kir: Zarokekê 14 salî birîndar bû

PeyamaKurd – Li Zirganê di encama bombebarana Tirkiyeyê de, zarokekî 14 salî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, di encama bombebarana Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê de, li gundê Um Mihermelê yê Navçeya Zirgan a Kantona Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, zarokekî 14 salî birîndar bû.

Hat zanîn, ji ber rewşa zarokê bi navê Mihemed Yûsif giran e, ew ji Nexweşxaneya Şehît Xebat a li Dirbesiyê, sewqî Nexweşxaneya Sarya ya li Hesekê kirine.