HSD: Hêzên me li Zirganê li 4 baregehên artêsa Tirkiyê xistin
PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan 9ê Cotmehê danê sibehê li çar baregehên artêşa Tirkiyê yên li herêma Zirgan a Bakurê Hesekê xistine û 4 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê de hatiye gotin, di çarçoveya mafê parastina rewa de, hêzên wan êrîş birine ser baregehên artêşa Tirkiyê yên li gundewarê navçeya Zirganê ya bakurê Hesekê.
Hate ragihandin, “Duh (9 Cotmeh) saet di 09:30`an de hêzên me baregehên li gundên Um Şeîfe, Bab El Ferec, Til Mihemed, Dawûdiyê û Ebd El Hey yên li gundewarê bajaroka Zirganê bi zêdetirî 38 topên hawanê hedef girtin. Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.”
HSDê daye xuyakirin ku di êrîşên wan bersivdanê yên çend rojên dawî de, 15 leşkerên Tirk hatine kuştin, 13 jî birîndar bûne.
Herwiha HSDê daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler ku gotibû, 162 şervan hatine kuştin û 194 armanc hatine rûxandin red kir û wiha hate gotin: “Em teqez dikin ku ew îdia derewên dubare ne, armancên hatine hedefgirtin jî saziyên jiiyanî û xizmetê ne. Di encamê de nêzî 45 kes şehîd bûn, 11 ji wan sivîl bûn, yên din jî endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê bûn ku li navendeke xwe ya perwerdeyê diman.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin