Devera Zirganê dîsa ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat topbarankirin: 7 kes birîndar bûn

23 December 2021 13:29 0 dîtin
Devera Zirganê dîsa ji aliyê Artêsa Tirkiyê ve hat topbarankirin: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Devera Zirganê ya Rojavayê Kurdistanê, dîsa ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên girêdayî wê hat topbarankirin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, şeva borî careke din Artêşa Tirkiyê nahiya Zirganê ya Hesekê û gundên derdora wê topbaran kirin û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Herwiha tevahiya birîndaran rakirine nexweşxaneya bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavaêy Kurdistanê û navên kesên birîndar wiha ne: Cemîl Îsa, Beşar Cemîl Îsa, Xidir Ehmed Ugle, Beşîr Itêwî, Ebdulkerîm el-Hamid, Fatime Elî Mehbûb a 35 salî ku xelka Zirganê ye û Seîd Fetah.

HSDê eşkere kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar sê caran hewl dane derbasî nav gundên Zirganê bibin, lê wan nehiştine.

Pêr jî devera Zirganê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibû topbarankirin. Di wê êrişê de 4 kesan can dabûn û 12 kesên din jî birîndar bibûn, herwiha zerar gihîştibû mal û milkê xelkê.